Ji YPJ'ê bersiva entegrasyonê – HEVPEYVÎN
Fermandara YPJ'ê Sarya Efrîn destnîşan kir ku YPJ avabûnek serbixwe ye û got ku QSD beşdarî artêşa Sûriyeyê bibe jî, YPJ dê xweserbûna xwe bidomîne.

Navenda Nûçeyan – Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan e navenda lêgerîna azadiyê ya jinan, gelan û navenda berxwedanê ye. Li vê erdnîgariyê têkoşîna xweparastinê ya ku jin pêşengiya wê dikin, ne tenê parastineke leşkerî ye; di heman demê de sembola herî bihêz a avakirina wekhevî û azadiyê ye jî. Aktorê wê yê herî bingehîn jî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ye.
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Sarya Efrîn di hevpeyvînek taybet de bersiva pirsên edîtora ajansa me Nûjinhayê Bêrîvan Înatçî da. Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn li ser girîngiya xweparastina jinan, guhertin û veguhertina hişmendiya mêr a ku jinan bi parastinê pêk anîn, geşedanên li Sûriyeyê çima xwe parastinê li jinan ferz dikin, geşedanên li Rojhilata Navîn ber bi kîjan aliyê ve diçin, jin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî çawa li hev dicivin û gelek mijarên din nirxandinên girîng kir.
*Xweparastin ji bo jinan çima girîng e û bi tecrûbeya ku YPJ'ê ev14 sal in bi şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidest xistiye, guhartin û veguhartina ku xweparastina jinan di qada civakî di milê hişmendiya mêr de pêk tîne çi ne?
Xweparastin ji bo jinan wek zindiyek di nav cîhanê de heye. Bi taybetî piştî zîhniyeta desthilatdar a ku mêr te de serdest bû û li ser keda jinê xwe ava kir, tu cihek ku jin bikaribe hebûna xwe tê de îfade bike nînbû, ji ber vê jî xweparastin gelek girîng e. Her wiha ev yek di dîroka Rojhilata Navîn de bêhtir li pêş e. Tevî ku li cîhanê gelek jinên tekoşer, siyasetmedar, fîlozof û zana derketin û hebûna xwe îspat kirin jî, mixabin têr nekir û nebû mijarek giştî ku hemû jinan bigre nava xwe û mafên wan bi wan bide nasîn. Ev rol bi hin welatan û kesan re sînordar maye. Rastiya ku em li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê dijîn, her çiqas pêdiviyek wê şoreşê ji bo qezenckirina mafên neteweyan hebe jî, herî zêde jî şoreşek ji bo qezenckirina mafên jinan pêwîst dike bê avakirin. Dijwariya vê şoreşê ji aliyê şer û sîstema ku li ser tunebûna netewek dihat meşandin mexdûra wê û yê ku herî zêde zirar dîtiye jin bû.
‘Fikr û felsefeya Rêber Apo ji hemû jinan re bû cihê azadiyê’
Bi têkoşîna ku li Kurdistanê hat destpêkirin li ser bingeha qezenckirina mafê xwe yê neteweyî, ji jinan re bû qadek ku bikaribe di nav vê têkoşînê de cih bigre û bû cihê lêgerîna li nasnameya jinê û îspatkirina hebûna xwe. Fikir û ramanên Rêber Apo ku jin bikaribe xwe li ser vê bingehê rêxistin bike û hebûna xwe di nav qadên jiyanî de cih bigre, bû derfetek mezin. Her wiha fikir û felsefeya Rêber Apo ji hemû jinan re bû cihê azadiyê ku li ser vê bingehê bikaribin temsîliyeta xwe ya jinê pêk bînin. Li hember siyaset û geşedanên ku niha cîhan tê re derbas dibe û ji bo ku tu bikaribî mafê xwe qezenc bikî, tekane riya wê xweparastina di warê çekdarî de ye. Di nav van geşedanan de eger hêza te tunebe, dê tu kes te esas negre û dê mafê te winda bibe.
‘Şoreşa Rojava jî derfetek mezin ava kir’
Hebûna jinê di warê xweparastinê de li ser vê bingehê bû, ji ber ku em jin di hemû qadên aborî, siyasî, civakî, rêxistinî û leşkerî de bê parastin mabûn û mafên me hatibûn çewsandin. Ji bo ku em bikaribin hebûna xwe di van waran de îspat bikin, hewcedarî bi xweparastinê hebû ku am wek hêzek çekdarî xwe birêxistin bikin. Şoreşa Rojava jî derfetek mezin ava kir ku jin bi ruhê netewebûn û hezkirina welat cihê xwe tê de bigre û temsîliyeta hebûna xwe bike. Di nava siyaseta ku Rojhilata Navîn û taybetî Sûriye dijî de, dayîna cihên wek leşkerî ji jinan re da ku xwe îspat bike, gelek zehmet bû. Ji ber ku jina Rojhilatî bi adet, zagon, maf û çarçoveyên ku ji wan re hatibûn diyarkirin, sînordar bûn.
‘Divê jin bi îrade û nasnameya xwe tevbigere’
Derketina hêzek jinan û avakirina yekîniyek leşkerî ya rêxistinkirî ji aliyê civakê ve ne hêsan bû. Ji ber ku cihê jinan di civakê de hatibû diyarkirin û nabe ku derketa derveyê vê xetê. Tevî ku hinek mafên mîna mafê xwendinê, hînbûn û girtina mîratê ji jinan re hatibûn dayîn jî, ev têr nakin. Divê jin bi îrade û nasnameya xwe tevbigere. Her wiha tevî ku hêza jinan ji aliyê civakê ve rastî nerazîbûnê hatiye jî, bi îspatkirina hebûna xwe ya di nava qadên şer de û lîstina rolek pêşeng a di vê qadê de hişt qalibên ku di mêjiyê civakê de hatibûn rûniştandin, bên hilweşandin. Bi demê re malbatan bi xwe zarokên xwe tevlî refên YPJ'ê dikirin. Di şerên ku jin tê de cih digrin, bi îrade û hebûna xwe şerê xwe biser dixe.
*Tiştê ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî zêde bala mirov dikşîne ew e ku fermandar û şervanên YPJ'ê baweriya xwe bi xwe qezenckirin e. Jinên ku çek girtin û şer kirin bûn xwedî hêz û ev şewqa xwe dide qadê jî. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Di hişmendî û qalibên hişk ku di nav civakê de hatine rûniştandin de, bandorek li ser kesayeta jinê dike. Ji ber ku ew di vê civakê de mezin bûye. Sînorên jinê hatibûn diyarkirin. Ji ber vê hişmendiyê, bêbawerî di jinê de hatibû avakirin ku cesaret nedikir van sînor û çarçoveyan derbas bike. Dema ku jin di warê leşkerî û di nava şer de serkeftinan bidest dixe li gel wê xwebawerî ava dibe û hêza wê derdikeve holê. Her wiha ew dikare di nav civakê û cihên giştî de bê tirs nêrîna xwe îfade bike. Di qadên siyasî, leşkerî û diplomasî de jinên navdar û pêşeng derketin holê û civakê birêve dibin. Jin bi nasnameya xwe ya jinbûn û xwerêvebirinê derket. Xwebawerbûn bûye çavkaniya hêzgirtinê.
*Tevî guhertinên ku bi xweparastina jinan di hişmendiya mêr de hatine çêkirin, aliyên ku hûn li hember wê hê jî têdikoşin çi ne? Bi taybetî feraseta ku hûn pê re rûbirû dimînin çi ye?
Li giştiyê Rojhilata Navîn û bi taybetî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bi bûyerên kuştina jinan û tundiya li dijî wan re rûbirû dimînin. Di nav civak ango malbatên ku hişmendiya mêrê serdest tê de bi dijwarî hatiye rûniştandin û tunekirina wê ne hêsan de, rewşên trajîk ên jinan di wir de xwe dide der. Guhertina hişmendiya civakê ku bi hezaran salan pê re maye nikare bi hêsanî û di nav dehsalên şoreşê de were çêkirin. Ji ber vê pêdivî bi têkoşînekê domdar heye. Li hember vê yekê jin di şoreşa Rojava ku bi şoreşa jin tê nasîn de pêşengiyê dike û bûye mînakek berxwedêr. Lê mixabin hê jî bandorên zîhniyeta bavsalarî di hin mijaran de hene, li hember wê em têkoşîna xwe dewam dikin. Bi bedel, berxwedan, fedakarî û têkoşîna jinan a di hemû qadan de, bi taybetî di warê leşkerî de jinan karîbûn baweriya xwe qezenc bikin. Ev jî bû sedem ku di hişmendiya mêr de guhertinan di hemû waran de bide çêkirin. Têkoşîna me bi taybetî li qadên ku hê jî mêr dixwaze serweriya xwe li ser jinan ferz bike, yên weke qada diplomasî, siyasî, leşkerî û civakî de, dewam dike.
*Di sedsala 21’emîn de qirkirina ku jinên Êzidî jiyan, bi komkujiyên ku li Sûriyeyê jin pê re rû bi rû hatin didome. Bi taybetî jinên Elewî, Durzî rewşên dijwar jiyan. Di vê atmosfarê de hewcedariyek çawa bi xweparastina jinan heye û divê jin çi bikin?
Bi nêrîna min, ger em Colanî û komên girêdayî wî wek hikûmeteke temsîliyeta gelê Sûriyeyê dike pênase bikin, ewê xeletiyek mezin be. Ji ber ku dîrok û hebûna wan wek Cebhet El-Nusra, piştre Heyet Tehrîr El-Şam û niha jî xwe wek hikûmeta nû ya Sûriyeyê pênase dikin, cihên nakokiyan e. Hebûna van koman di rêveberiya Sûriyeyê de cihê metirsiyê ji gel û bi taybetî ji jinan re ye. Ev komên cîhadîst ku bi hişmendiya Îxwanan û li ser bingeha ku mafê tu kesî ji neteweyên din qebûl nake, nikare bibe temsîla gelê Sûriyeyê yê cihêreng. Ne tenê ji bo kesên Elewî an Durzî. Ji ber vê yekê ev hikûmet temsîliyetê nake, ew neheqaniyê li dijî civakê dimeşîne. Sûriye mozaîka gelan a bi nasname, hebûn, netew û adetên xwe yên cûrbicûr tê nasîn, hebûna vê hikûmetê jî gefan li tevna civakî ya Sûriyeyê dixwe.
‘Bi serdestiya Colanî gelên Sûriyeyê bi rihetî najîn’
Nêzîkatiyên li hember jinê jî, divê asta rêzgirtina wan neyê derbaskirin. Mafên wan neyên çewsandin û rola wan di civak û cihên biryardayînê de bên mîsogerkirin. Ne tenê di warê mafê xwendin, hînbûn, mamoste yan bijîşkî de were dayîn. Divê jin temsîliyeta îrade û hebûna xwe di warê siyasî û cihên biryardayînê de jî bike û bi azadiya xwe tevbigere, ne ku tu kes li şûna wê biryara jiyana wê bistîne. Bi hebûna hikûmeta Colanî ya li ser hukim re gelê Sûriyeyê bi rihetî najî. Ji komên cîhadîst hêvîkirina ku rol û mîsyona jinan bide nasîn, cihê nakokiyê ye û ne gengaz e. Ji ber ku ew bi hişmendiya tunekirina jinê tevdigerin. Divê jin ji bo ku mafê xwe qezenc bike, bi xwe têbikoşe û li benda hikûmeta Colanî nemîne ku ew mafê wê pêşkêş bike.
‘Tekane riya têkbirina zîhniyeta baviksalar rêxistinbûna jinan e’
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû qadên jiyanî de di nav de hêzên YPJ'ê jî me bi xwe mafên xwe qezenc kir. Ji ber vê di rewşa ku li Sûriyeyê îro tê jiyîn de mexdûrê şer herî zêde jin e. Bilançoyên ku hatine îspatkirin bi sedan jinên Durzî hatine revandin, lê li ser rûyê erdê hejmara wan hê zêdetir e û ji aliyê malbatên wan ve ji bo mohrkirina civakî nayên îspatkirin. Rewşa jinên Elewî jî ji yê Durzî ne cuda ye. Di şoreşa Sûriyeyê de û li hember rêjîma berê ya Baasê, jinan pêşengî kirin û serî hildan. Jinan daxwaza azadiyê li hember sîstema Baas kirin. Niha hikûmeta Colanî qala avabûna şoreşê dike, lê jinên ku bedel dane û ji bo mafên xwe li berxwe dane, temsîliyeta wan di civakê de niha nayê dîtin. Îdiaya avakirina şoreşek çawa dike?
Ji bo ku em vê zîhniyetê têk bibin, wek jin bi hişmendî, pirrengbûn, rêbazên dewlemend, hêzên xwe yên têkoşînê û bi zanebûna xwe em ê bikaribin vê zîhniyetê bidin guhertin. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemû bajarên Sûriyeyê ku tê de jin heye, hewcedariya me bi rêxistinbûnê heye. Ji bo ku bi hevgirtina xwe û têkoşîna hevpar bikaribin li hember zîhniyeta ku hêz, îrade, hebûna me qebûl nake, têbikoşin. Tekane riya têkbirina zîhniyeta baviksalar, rêxistinbûna jinan e.
*Li herêmên Sûriyeyê gelo jin bi we re dikevin nava peywendiyê? Daxwazên wan ji bo xwe rêxistinkirina di bin sîwana YPJ'ê de heye an na? An jî sîstemek xweparastinê mîna YPJ'ê daxwaz dikin?
Ji bo vê mijarê ne tenê li deverên ku êrîş lê çêbûne wek perava Sûriyeyê û bajarê Suweydayê, li hemû deverên Sûriyeyê gelê wê ne rihet in û ketine wê ferqê ku rewşa Sûriyeyê ber bi aramî û ewlehiyê ve naçe. Her wiha ne tenê jinên peravê û Suweydayê, gelek jinên Sunnî jî hene bi me re di nava peywendiyê de ne û dixwazin di vê pêvajoyê de ew jî serî rakin û têbikoşin. Jinên ku dixwazin ji tecrûbe yan ji rêxistina me sûd bigrin, hene. Bi taybetî ji aliyê jinên bajarê Suweydayê ve, piştî bi êrîşan re rûbirû man xwestin sûd ji rêxistina me bigrin û hêzek taybet ji bo xweparastinê ava bikin. Di şerê li Suweydayê de jî jinên xwedî ruhên fedayî derketin holê û parastina axa xwe heya asta şahadetê jî kirin.
‘Em wek YPJ hêza parastina jinên Kurd tenê nînin’
Jinan bi deng û bangwaziyên xwe di nava şer de hiştin ku civak dev ji xweparastinê bernedin. Em vê rastiyê ji têkoşîna YPJ'ê qut nabînin. Wan îlham ji hêza jinan a li Rojava girtine da ku li beramberî zîhniyeta tunekirina jinan, serî hildane. Di heman demê de ev rihê welatparêzî û girêdana bi axê re di jinan de nîşan dide. Jin hewl didin li gorî sîstema hêza me û rêxistinkirina wan, xwerêxistin bikin. Ji ber vê em jî riya azadî û têkoşînê nîşanî wan didin. Em wek YPJ'ê hêza parastina jinên Kurd tenê nînin û sînora me ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em temsîliyeta hemû jinên Sûriyeyê di xwe de dibînin û parastina wan erka me ya sereke ye. Em wek hêz, modelek nû ya artêşbûna jinê li hember artêşa zîhniyeta bavsalar ava dikin.
*Di nav danûstandinên we yên bi rêveberiya demkî ya Şamê re de, xala ku tê nîqaşkirin entegresyona QSD'ê ya di nav artêşa Sûriyeyê giştî de ye. Wek YPJ hûnê bikaribin bi feraseta ku rol û hebûna jinan tune dike entegreyî vê sîstemê bibin?
Piştî çûyîna Fermandarê QSD'ê Mezlûm Ebdî ya Şamê û îmzekirina peymana bi rêveberiya demkî ya Sûrieyeyê re, mijara entegresyonê ketiye rojeva hemû Sûriyeyan. Li seranserî salên şoreşê û ji aliyê rêjîma Baas ve jî tohmetên ku em Sûriyeyê parçe dikin û yekbûna wê red dikin re, em rûbirû mane. Lê her tim hewldanên me bi kesên ku Sûriyeyê birêve dibin re di nava hevdîtinan de bin da ku maf û hebûna xwe bi wan bidin qebûlkirin û li ser wê bingehê em bikaribin lihevkirinekê ava bikin hene. Lê mixabin ne hikûmeta Baasê û ne jî ya Ehmed El-Şeraa ev qebûl kirin. Rêjîma Baasê ku nikarîbû xwe demokratîk bike, rastî têkçûyîn û tunebûnê hat. Rewşa ku cîhan niha tê re derbas dibe eger welatên ku nikaribin xwe bi guhertinan re nekin yek, rastî tunebûnê tên. Mafê gelê Kurd ê xwezayî ye, xwestina mafên xwe. Ji ber ku ew bi salan e rastî siyaseta tunekirin û îmhakirinê hatine. Ev ji bo hemû gelên Sûriyeyê yê cihêreng re jî derbasdar e. Sîstemek yek ol, netew û ziman nikare mozaîka Sûriyeyê biparêze û mafên gelan nas bike.
‘Hikûmeta yekreng ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin’
Beravojî sîstema Komara Erebî ya Sûriyeyê, divê sîstema Komara Sûriyeyê ya Demokratîk bê avakirin ku hemû mafên gel di nav xwe de digre û garantî dike. Hikûmeta yek reng ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin ji ber wê ew her bi derbeyan re rûbirû dimîne. Hewl didin entegresyona QSD'ê bi artêşa Sûriyeyê re çêbikin. Lê heta niha tu teşe an avahiyeke ku em beşdarî vê artêşê bibin nîne. Em ê li ser kîjan bingehê tevlî artêşê bibin? Tenê hin hêzên Ewlekariya Giştî li hin deveran hene û yê din jî komên çete û kujerên gelê Sûriyeyê ne. Artêşa Sûriyeyê ya fermî nîn e.
‘QSD beşdarî artêşa Sûriyeyê jî bibe xweserbûna YPJ‘ê wê xwe biparêze’
Piraniya kesên ku di nava hêzên Sûriyeyê de jî cih digrin ne xelkê Sûriyeyê ne. Leşkerê ku ne ji ax û gelê wê be wê dê bi çi hestê parastina wan bikin. Ew bi navê cîhadîstan derbasî xaka Sûriyeyê bûne. Ev jî tenê êrîş, talan û wêrankirin bi xwe re ava dike. Em wek YPJ, di nava QSD'ê de xwesertiya xwe diparêzin, sîstema me ya hundirîn cuda ye û xweserbûnek me heye. QSD beşdarî artêşa Sûriyeyê jî bibe xweserbûna me wek YPJ wê xwe biparêze. Xweserbûna me jî dê qadekê biafirîne ku em ê bikaribin hemû jinên Sûriyeyê birêxistin bikin. Em wek hêzên jinê zîhniyeta tunekirina jinê qebûl nakin. Ji ber ku zîhniyeta ku Colanî dimeşîne, zîhniyeta DAIŞ e ku me li hember wan şer kir û bi dehan rêheval û fermanên me di têkbirina DAIŞ’ê de xwe fedakirine. Ger em vê zîhniyetê qebûl bikin, em nirxên pakrewanên xwe binpê dikin.
*Niha bi feraseta xweparastinê ya ku di bin formula efsûnî ya 'Jin Jiyan Azadî' de dibe yek, jinên cîhanê çawa dikarin weke neteweyekê werin gel hev û tora xwe ya hevpar a têkoşînê ava bikin?
Em dikarin jinê wek neteweyek ku herî zêdetir li hember sîstema desthilatdar hatiye perçiqandin, bi nav bikin. Dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' ku destpêkê ji hêla Rêber Apo ve hate bilêvkirin û bû wek felsefeya hemû jinan, pêlên wê bi şoreşa Rojava re û bi pêşengiya jinan li cîhanê deng veda. Bi taybetî di demên tunekirina DAIŞ’ê de. Lê bi serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye destpêkirin, zêdetir di nava cîhanê de belav bû û bû silogana bingehîn a jinan di warê têkoşîn û serî rakirina li hember zordariyê. Hemû jinên cîhanê bi reng û neteweyên xwe li ser yek siloganê têkoşîna xwe kirin hevpar ew jî 'Jin Jiyan Azadî' ye.
Silav li serhildana Jin Jiyan Azadî
Em salvegera serhildana Îranê ya 'Jin Jiyan Azadî' bi pêşengiya Jîna Emînî bi bîr tînin û hemû jinên ku bi rihê vê serhildanê bi îşkence, tundî û girtinê re rûbirû mane û gihîştine asta şahadetê, bi rêzdarî bibîr tînin. Wek YPJ'ê cihê serbilindiyê ye ku bibin hêzên parastina hemû jinên cîhanê. Bi têkoşîn, hebûn û destkeftiyên xwe em ê dê bikaribin rêxistina xwe berfirehtir û xurtir bikin.